1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Li Mexmûrê Turnuvaya Santrancê ya Şehîd Seîd Çomlek Destpê Kir

🔴 FLAŞ HABER

MEXMÛR — Saziya Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi armanca bîranînê turnuvayeke santrancê ya bi navê Şehîd Seîd Çomlek da destpêkirin ku 36 kes beşdarî wê bûne.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Saziya Ciwanan a Mexmûrê turnuvaya santrancê ya Şehîd Seîd Çomlek da destpêkirin.
  • 36 kes beşdarî turnuvaya ku li Saziya Ciwanan hate lidarxistin bûne.
  • Hevberdevkê Saziya Ciwanan Sîpan Yaman diyar kir ku ew turnuvayê diyarî Rêber Apo û tevahî şehîdan dikin.

Bi Deqeyek Rêzgirtinê Destpê Kir

Turnuva li Saziya Ciwanan bi beşdariya dehan ciwanan û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya turnuvayê Hevberdevkê Saziya Ciwanan Sîpan Yaman axivî û got: “Em di serî de vê turnuvayê diyarî Rêber Apo û tevahî şehîdan dikin. Em hertim xwedî li şehîdên xwe derdikevin û bi bernameyên wiha, wan bibîr tînin. Em serkeftinê ji hemu beşdarvanan re dixwazin. Plansaziyên wiha gelekî başin. Em pê keyfxweşin û aktîvîteyekî wisaye ku ciwan beşdar dibin.”

Pêşeroja Bûyeran

Piştî axaftinê kûra hat kişandin û leyîstoka destpêkê hat leyîstin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse