2 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

‘Çareseriya demokratîk, bi mîsogerkirina nasnameya Kurd a di destûra bingehîn de

📰 KAPSAMLI RAPOR

AMED — Alîkara Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi mîsogerkirina nasname, çand û zimanê Kurdî ya di destûra bingehîn de dibe û got, “Kurdî divê bi fermî were naskirin.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de mîsogerkirina nasnameya Kurd a di destûra bingehîn de, li Tirkiyeyê weke yek ji sernavên esas a çareseriya demokratîk û mayînde derdikeve pêş.
  • Narîn Gezgor bal kişand ser şert û mercên dîrokî yên banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û diyar kir ku Rojhilata Navîn rû bi rûyê şer e.
  • Narîn Gezgor bilêv kir ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û guhertina stratejiya têkoşîna azadiyê, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn gaveke girîng a dîrokî ye.

Sîstema Hiqûqê û Komara Demokratîk

Têkildarî mijarê Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor ji ajansa me re axivî. Narîn Gezgor bal kişand ser şert û mercên dîrokî yên banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û diyar kir ku Rojhilata Navîn rû bi rûyê şer e, di demeke wiha de stratejiyeke têkoşînê ya nû tê rojevê. Narîn Gezgor bilêv kir ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û guhertina stratejiya têkoşîna azadiyê, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn gaveke girîng a dîrokî ye û got, “Entegrasyona demokratîk li seranserî welêt nasname û baweriyên cuda jî digire nava xwe. Bersiva siyaseta demokratîk, komara demokratîk e. Ji bo demokratîkbûna komarê divê destpêkê sîstema hiqûqê ya li ser esasê mantiqê dewletparêzî û yekperestiyê were guhertin. Aştî bi xwe bi çareseriyê dibe. Ji bo çareserî pêk were jî, divê cudahî bên naskirin. Rêber Apo ji destpêka pêvajoyê ve bê navber li ser vê mijarê disekine. Hiqûqa demokratîk û pozîtîf weke şertê esas ê entegrasyona demokratîk dinirxîne.”

‘DIVÊ RASTIYA KURDÊN BI ZAGONA BINGEHÎN A 1924’AN HATIYE ÎNKARKIRIN, WERE NASKIRIN’

Narîn Gezgor bi bîr xist ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di dîrokê de weke têkoşîna azadiyê û hebûnê ya g

Pêşeroja Bûyeran

Pêşketin û nîqaşên li ser çareseriya demokratîk û mîsogerkirina nasnameya Kurd di destûra bingehîn de dewam dikin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse