SILÊMANÎ — Welatiyên Silêmaniyê fikarên xwe yên li ser bihabûna li bazarê anîn ziman û diyar kirin ku bilindbûna nirxê dolar û zêdebûna baca gumrikan, nirxê kirîna sotemeniyê û pêwîstiyên esasî yên jiyana welatiyan giran kiriye.
- Daketina nirxê dînarê li hemberî nirxê dolar û paşketina mûçeyan barê welatiyan giran kiriye.
- Bihabûna nirxên neftê, benzîn, elektrîk û pêdiviyên li bazaran, kiriye ku xelk nikare pêwîstiyên xwe yên jiyanî bikire.
- Hikûmeta Demborî ya Herêmê li hemberî vê rewşê ti planeke cidî ya kêmkirina nirxê pêdiviyên rojane nîne.
Bazirganan yekser nirx bilind kirin
Jina bi navê Çoman Mihemed ku li Silêmaniyê dijî anî ziman ku bilindbûna nirxê dolar bandoreke gelekî neyînî li bazarê kiriye û bûye sedemê bihayê pêdawîstiyan girantir bibe û got: “Roja ku dolar bilind bû, bazirganan yekser nirxên kelûpel û pêdawîstiyên xwe bilind kirin. Xerciyên xelkê li ber çavan negirtin. Di heman demê de mûçe jî li gorî pêwîst nayê dayîn jî.”
Ji sedî 60 heta 70’ê xelkê nikarin neftê bikirin
Çoman Mihemed destnîşan kir ku gelek sedemên din jî hene ku bûne çavkaniya bihabûnê û wiha domand: “Werza Zivistanê destpê kiriye, nêzîkî ji sedî 60 heta 70’ê xelk ji ber giranbûna buhayê neftê, nikarin neftê bikirin. Her wiha li gorî qanûnê divê bazar bê çavdêrîkirin, lê heta niha me li bazarê komîsyonek nedîtiye.”
Pêşeroja Bûyeran
Welatiyê bi navê Omer Kerîm jî destnîşan kir ku kelûpel ji xwe giran in, ji ber ku Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Bexdayê bacên giran li ser kelûpel û xwerûtiyan datînin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî