2 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

Gelo wê Sûriye bikare ji bo nefta Iraqê bibe deriyek nû?

📰 KAPSAMLI RAPOR

ROJNEWS-BEXDA — Di çarçoveya aloziyên herêmî û berfirehbûna şerê navbera Îran û Amerîkayê de, ewlehiya enerjî û keştîvaniyê li Tengava Hurmizê rûbirûyê metirsiyê bûye û Iraq jî li pey çareyek nû digere daku nefta xwe hinardeyî bazarên cîhanê bike.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Ewlehiya enerjî û keştîvaniyê li Tengava Hurmizê rûbirûyê metirsiyê bûye.
  • Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Sûriye û Urdunê kir.
  • Iraq ji ber aloziyê çavê xwe daye xeta neftê ya Banyas a Sûriyeyê.

Girîngiya Xeta Banyasê ji bo Aboriya Iraqê

Şirovekarê siyasî Xalib Fazilî li ser mijarê got: “Hinardekirina nefta Iraqê birêya xeta Banyasê xwedî giringiyek taybete û wê bikare parastinê li dahata Iraqê bike.” Heftiya borî Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Sûriye û Urdunê kir û biryare îro jî serdana Kuweyt û Bahreynê bike. Li gor agahî û daxuyaniyên fermî, mijara sereke ya serdanê hinardekirina nefta Iraqê ye, bi taybetî di demekî de ku Iraq nikare ji ber aloziyê li Tengava Hurmizê nefta xwe hinarde bike, çavê xwe daye xeta neftê ya Banyas a Sûriyeyê.

Tevgera Dîplomatîk û Bijardeyên Stratejîk

Di vê çarçoveyê de şirovekarê siyasî Xalib Fazilî têkildarî tevgera dîplomasî ya Elî Zeydî û bijardeyên stratejîk ên Iraqê ji ajansa me re axivî. Xalib Fazilî da diyarkirin ku di vê rewşa hestiyar ya herêmê û krîza ku li Tengava Hurmizê derketî de, serdan û tevgera dîplomatîk ya Elî Zeydî giringe. Fazilî got: “Vekirina Iraqê li ber derdora xwe ya Erebî, di navde Sûriye, Urdun û Erebistan Siudî, her wiha li gel peywendiyên li gel Amerîka, Fransa û Tirkiyeyê de ji bo berfirehkirina hevpeymaniyên navdewletî û parastina berjewendiyên aborî û siyasî yên Iraqê pêngavek giringe.”

Pêşeroja Bûyeran

Têkildarî pêşhatên leşkerî û aloziyên navbera Tehran û Washington û metirsiyên li ser Tengava Hurmizê, Iraq ji bo parastina dahat û hinardekirina nefta xwe li rêbaz û deriyên alternatîf digere.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse