2 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

Li Endonezyayê protestoyên nifşê Z dewam dike

🔴 FLAŞ HABER

AMED — Li Endonezyayê protestoyên xwendekaran ku ji destpêka sal 2025’an û vir ve dewam dike, li gel zextên hikumetê jinûve zêde bûn. Ciwan xemsariya hikumetê ya li pêşberî şewata li darisatnan û astengkirina mafên demokratîk şermezar dikin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Tevgera xwendekaran a bi pêşengiya nifşê Z li Endonezyayê protestoyên xwe yên li dijî pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî dewam dike.
  • Piştî xwepêşandanên ‘Endonezya Tarî’ (Indonesia Gelap) a Sibata 2025’an destpê kir û meha Tebaxê veguherî pevçûnên giran, ciwan meha Cotmehê jinûve herikîn qadan.
  • Di çalakiyan de ku bi dirûşma ‘Endonezya hişyar be’ (#IndonesiaSadar) hatin lidarxistin bi hezaran xwendekarî di 20 û 28’ê Cotmehê de li paytextê û herêmên cuda xwepêşandan lidar xistin.

Berteka li dijî xemsariya hikumetê û pirsgirêkên civakî

Li Endonezyayê, tevgera xwendekaran a bi pêşengiya nifşê Z protestoyên xwe yên li dijî pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî dewam dike. Piştî xwepêşandanên “Endonezya Tarî” (Indonesia Gelap) a Sibata 2025’an destpê kir û meha Tebaxê veguherî pevçûnên giran, ciwan meha Cotmehê jinûve herikîn qadan. Di çalakiyan de ku bi dirûşma “Endonezya hişyar be” (#IndonesiaSadar) hatin lidarxistin bi hezaran xwendekarî di 20 û 28’ê Cotmehê de li paytextê û herêmên cuda xwepêşandan lidar xistin. Xwepêşandêran destwerdana kêm a hikumeta Serokomar Prabowo Subianto ya li şewata mezin a darisatnan rexne kirin.

Sedemên bingehîn ên protestoyên nifşê Z

Nerazîbûna ciwanan ne tenê têkildarî hawirdorê ye. Bihabûna jiyanê, lêçûnên perwerdeyê, neewlehiya kar, tengbûna qada demokratîk û bêbaweriya li çîna siyasî ku bi nelirêtiyê tê sûcdarkirin sedemên bingehîn ên protestoyan e.

Pêşeroja Bûyeran

Daxwazên xwepêşandêrên li Endonezyayê dişibe yên tevgerên ciwanan ên li Fransa, Spanya, Albanya, Îtalya, Hindistan û Nepalê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse