2 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

Xelkê Kerkûkê li dijî giraniya nirxê elektrîka jeneratoran nerazîbûn nîşandan

🔴 FLAŞ HABER

KERKÛK — Xwepêşandanên li dijî giraniya nirxê elektrîka jeneratoran li bajarê Kerkûkê dewam dikin û welatî daxwaza kêmkirina nirxê ampêran dikin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li taxa Şurîce ya Kerkûkê welatî li dijî giraniya nirxê elektrîkê kombûn û daxwaz dikin ku nirxê ampêran were kêmkirin.
  • Nirxê her ampêrek elektrîka jeneratorê bi 18 hezar dînar hatibû diyarkirin.
  • Tevî ku Qeymeqamê Kerkûkê Avesta Mihemed nirx kêm kir 15 hezar dînar, welatiyan xwepêşandana xwe ranewestandin.

Welatî li dijî nirxên bi giran derketin qadan

Xwepêşandana welatiyan ya li Kerkûkê ku li dijî diyarkirina nirxê her ampêrek elektrîka jeneratorê bi 18 hezar dînar hatibû diyarkirin, dewam dike. Welatî li taxa Şurîce ya Kerkûkê bi heman armancê kombûn û daxwaza kêmkirina nirxê elektrîkê kirin. Welatiyê bi navê Kazim Elî li ser giraniya elektrîkê got: “Kerkûk bajareke ku dibin de hemû nefte, ne rewaye nirxê ampêreke elektrîka jeneratorê bi 18 hezar dînar be. Ji bona wê daxwaz ji aliyên peywendîdar yên bajêr dikîn ku nirxê elektrîkê kêm bikin. Ji berku ev giraniya elektrîkê li ser welatiyan bargiranî çêdike.”

Berpirs bêdeng in

Welatiyê bi navê Zekerya Necat jî li ser heman pirsgirêkê got: “Girankirina elektrîka jeneratoran li ser welatiyên bajarê Kerkûkê bêwijdaniye li beramberî xelkê vî bajarî. Mixabin ji bo wan berpirsên bajêr ku bi dengê me postên bilind wergirtine. Lêli dijî girankirina nirxê elektrîka jeneratoran bê helwestin. Heta bi daxuyaniyekê jî helwesta xwe nîşan nadin.”

Pêşeroja Bûyeran

Di dema xwepêşandana li taxa Şurîce de Qeymeqamê Kerkûkê Avesta Mihemed biryar daku nirxê ampêrek elektrîka jeneratorê ji 18 hezar dînar bibe 15 hezar dînar. Lê ev kêmkirin jî nebû sedem dawî li xwepêşandanê were anîn. Welatiyan biryar dan ku di saet 18:00’an de carek din xwepêşandana xwe dewam bikin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse