WESAM ZEHRUNÎ-BEXDA / Nûçe Ciwan — Bi zêdebûna nîşaneyên egera destpêkirina şerê Amerîkayê li dijî Îranê û gefên Tehranê yên ji bo ‘bersiveke teqez û bilez’, careke din pirsên li ser çarenûs û cihê Iraqê di van aloziyan de derdikeve pêş.
- Çavdêr diyar dikin ku Bexda dê bibe zerermendê herî mezin ê aloziya nû.
- Komên çekdar gef xwarine ku eger Washington asîmanê Iraqê bi kar bîne ewê destwerdanê bikin.
- Şirovekarê siyasî Esîr Şerî destnîşan kir ku Iraq ne neçare di navbera Washington û Tehranê de yek ji wan hilbijêre.
Rîskên ewlehî û siyasî yên li ser Iraqê
Bi zêdebûna nîşaneyên egera destpêkirina şerê Amerîkayê li dijî Îranê û gefên Tehranê yên ji bo ‘bersiveke teqez û bilez’, careke din pirsên li ser çarenûs û cihê Iraqê di van aloziyan de derdikeve pêş. Çavdêr diyar dikin ku Bexda dê bibe zerermendê herî mezin, bi taybetî di demekê de ku hin komên çekdar gef xwarine ku eger Washington asîmanê Iraqê ji bo lêdana Îranê bi kar bîne ewê destwerdanê bikin. Ev rewş jî Iraqê rûbirûyî rîsk û encamên tûnd ên ewlehî û siyasî dike.
Helwesta herêmî û pêwîstiya parastina serweriya Iraqê
Şirovekarê siyasî Esîr Şerî da diyarkirin ku dîmenê Rojhialta Navîn nikare xwe li ber ti aloziyek din a zêdetir bigre û got: “Di nava gefên washingtonê, komkirina hêza leşkerî û tevgera bilez a dîplomasiyê de, herêmli ber qonaxek tûnd de ye û ev jî nexşeya siberojê diyar dike.” Têkildarî helwesta Iraqê jî Esîr Şerî got: “Iraq ne neçare di navbera Washington û Tehranê de yek ji wan hilbijêre. Pêwîste parastina serwerî û berjewendiya gelê wê di ser hertiştî re be. Eger ev şer veguheze ser axaka Iraqê, wê baca wê di ewlehî, aborî û aramiyê de tenê ji aliyê xelkê Iraqê ve bê dayîn.”
Krîzek ku sinorên herêmî derbas dike
Di dawiyê de jî şirovekarê siyasî Esîr Şerî got: “Ev krîza niha ne tenê danûstandinek atomî ya asayî ye, belkû pêşbaziyeke aloz a siyasî, ewlehî û aboriye. Ev qeyran sinorên Washington û Tehranê derbas dike. Welatên Kendavê, Iraq û bazarên herêmî û cîhanê yên enerjiyê jî digre nava xwe.” Şirevekarê siyasî Îsam Feylî jî diyarkir ku vegera şerê Amerîka û Îranê bûye rastiyek ku nayê înkarkirin û got: “Bi tayb
Pêşeroja Bûyeran
Pêşketinên li ser xeta Washington û Tehranê her ku diçe aloziyên li Rojhilata Navîn kûrir dike û çavdêr li bendê ne ku di rojên pêş de nîqaşên li ser helwesta Bexdayê û ewlehiya herêmê zêdetir bibin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî