AMED — Forrest Gump (1994) bi şêwaza xwe ya drama û romantîk ku 142 deqîqe berdewam dike, bi derhêneriya Robert Zemeckis, nivîskariya Winston Groom û lîstikvaniya Tom Hanks, Robin Wright û Gary Sinise bala temaşevanan dikişîne û li malpera IMDB pûana 8.7/10 girtiye.
- Fîlm bi derhêneriya Robert Zemeckis di sala 1994’an de hatiye çêkirin.
- Fîlmî 673 milyon dolar firot kiriye û bûye yek ji pirfiroştrîn fîlmên Emerîkî yên wê salê.
- Di sala 1994’an de 6 xelatên Oscarê û 32 xelatên cîhanî bi dest xistiye.
Çîroka Jiyana Forrest Gump
Forrest Gump kesekî xeşîm e ku li rawestgeha otobusê rûniştiye. Digel hatina jinekê bo ciyê ew lê rûniştî, Forrest Gump çîroka jiyana xwe di bêje. Forrest demê ku ji dayk boy nexweşiya hiş û laşî peyda dike û li ber hindê ji hemû hevalên xwe yên dibistanê kêslantire, lê li gor hindek rûdana biserketinên gelekî baş bi dest xwe ve di înê. Ew diçe di nav şerê Viyetnamê de û dibe qehreman, digel kesên mezin yên polîtîkî hev dîtinê dike û her weha evîndar dibe û…
Serkeftina Derhêner û Kompaniyê
Forrest Gump fîlmeke drama ye ku di sala 1994´ê de ji hêla derhênerê Emerîkayî Robert Zemeckisî ve hatiye çêkirin. Ewî berî niha filmên (Back to the Future 1985,1989,1990) li sê beşan de û (Cast Away 2000) li berhemên xwe de hene. Filmê Forrest Gump biserketin û pêşdeçûneka gelekî mezin bu di jiyana wî ya derhênerî yê de. Film bi hevkariya kompaniya Paramount Picturesê û li gor roman Forrest Gump û nivêsîna Winston Groom ve hate çêkirin. Forrest Gump biserketineka mezin ya ticarî bu ku 673 milyon dolaran hatiye firotin û yek ji pirfiroştrîn filmên Emerîkî di wê salê de bu. Forrest Gump yek ji xweşiktirîn çîroka yê ku hatiye berhem kirin.
Xelat û Serkeftinên Cîhanî
Forrest Gump di sala 1994´ê de 6 xelatên Oscar û 32 xelatên cîhanî bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 40 xelatên din. Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn film di sala 1994´ê. Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn derhêner (Robert Zemeckis). Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn metna pêşî ya filmî bo (Eric Roth). Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn rola serekî yê filmî bo (Tom Hanks).
Pêşeroja Bûyeran
Forrest Gump wekî yek ji berhemên herî biqîmet û serketî yên dîroka sînemayê, bi çîrok û xelatên xwe di qada navneteweyî de şopeke mezin hiştiye.
Çavkanî: Çandname