2 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

Li Rojava xwendekar îro jî di nava çalakiyê de bûn: Daxwaza perwerdeya bi Kurdî

📰 KAPSAMLI RAPOR

ROJAVA — Li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Hesekê yên Rojava xwendekar îro jî bi daxwaza perwerdeya bi Kurdî di nava çalakiyê de bûn.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li herêma Cizîrê xwendekarên Kurd ji 6’ê Îlonê ve dest bi çalakiyan kiriye.
  • Xwendekaran diyar kirin ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz qebûl nakin.
  • Xwendekaran gotin ku heyanî aliyên têkildar bersiv bidin daxwazên wan ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Li Cizîrê Çalakiyên Xwepêşandanê Dewam Dikin

Li herêma Cizîrê xwendekarên Kurd ji 6’ê Îlonê ve dest bi çalakiyan kiriye. Di çalakî û xwepêşandanan de daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî dikin. Îro jî li bajarên Dêrikê, Girkê Legê û Hesekê xwendekaran xwepêşandan li dar xistin.

Li Dêrikê Helwesta Xwendekaran

Li Dêrikê xwendekaran li pêşiya Navenda Perwerdeyê xwepêşandan organîze kir. Di xwepêşandanê de diyar kirin ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz qebûl nakin. Her wiha daxwaz kirin ku perwerdeya kurdî di destûrê Sûriyeyê de were misogerkirin. Xwendekaran di xwepêşandanê de dirûşmên ‘Bê ziman jiyan nabe’, ‘Zimanê me rûmeta me ye’ û ‘Em ê zimanê xwe biparêzin’ berz kirin.

Li Girkê Legê Daxwaza Xwendina Bi Zimanê Dayikê

Li Girkê Legê jî xwendekaran xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de got ew bi zimanê xwe yê dayikê ve girêdayî ne. Biryara Wezareta Perwerdeyê qebûlnakin. Daxwaz kir ku di destûrê Sûriyeyê de perwerdeya kurdî were misogerkirin û ew ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî bixwînin.

Xwepêşandana Hesekê û Pankartên Hatin Hilanîn

Xwendekarên bajarê Hesekê li Çerxerêya Kevokê xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de pankartên ‘Zimanê me nasnameya me ye’, ‘Netirsin, daxwaza zimanê xwe bikin’,’Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Zimanê me hebûna me ye’ bilind kirin. Her wiha pirtûkên bi zimanê kurdî di destê wan de bûn.

Pêşeroja Bûyeran

Di dawiya xwepêşandanê de xwendekaran got heyanî aliyên têkildar bersiv bidin daxwazên wan ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse