AMED — Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê dewlet gavên şênber biavêje û got, bêyî azadî, hiqûq û demokrasiyê aştî nabe.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a Medya Haberê bû û rojev nirxand.
- Di ser banga Devlet Bahçelî re 2 sal derbas bûn, lê soza ‘Mafê Hêviyê’ hîn bi cih nehatiye anîn.
- Rêberê gelan Abdullah Ocalan 2 sal in ji bo rewşa rawestandina şer dewam bike kedeke mezin dide.
Hevdîtin û Pêngavên Nû
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a Medya Haberê bû û rojev nirxand. Di ser banga Devlet Bahçelî re 2 sal derbas bûn. Lê belê soza ‘Mafê Hêviyê’ ya di bangê de hate dayin hîn bi cih nehatiye anîn. Rêberê gelan Abdullah Ocalan 2 sal in ji bo rewşa rawestandina şer dewam bike kedeke mezin dide. Lê li gel vê yekê jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî ti gav nehatiye avêtin.
Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Rêber Apo
Bêguman ev mijar girîng e. Devlet Bahçelî bangek kir. Bang li kê kir? Li Rêber Apo kir. Ji ber ku Devlet Bahçelî jî hikumet jî her kes jî zane ku mijarek têkildarî pirsgirêka Kurd tenê bi Rêber Apo dikare bê çareserkirin. Nepêkan e ku bêyî Rêber Apo mijarek têkildarî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Lewma bang li Rêber Apo hate kirin.
Pêvajoya Têkoşîn û Çekdanînê
Di heman demê de Devlet Bahçelî got, ‘Bila bê li Meclîsê biaxive, rêxistina xwe fesix bike. Eger vê bike dikare heta dawiyê mafê hêviyê bi kar bîne’. Pirsgirêk ev e; Ev mijar mijareke girîng e. 2 sal in nîqaş têne kirin, hevdîtin têne kirin. Hin gav hatin avêtin. Rewşa rawestandina şer pêk hat, rêxistinê xwe fesix kir, têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê bi dawî kir. Çek hate şewitandin. Hêzên leşkerî yên li nava sînorê Tirkiyeyê derketin derveyî sînorê Tirkiyeyê. Ev hemû têkildarî çi bû? Têkildarî şerê ji ber pirsgirêka Kurd a 50 salî, 100 salî ye. Di pirsgirêkeke bi vî rengî
Pêşeroja Bûyeran
Mûstafa Karasû diyar kir ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê dewlet gavên şênber biavêje û tekez kir ku bêyî azadî, hiqûq û demokrasiyê aştî nabe.
Çavkanî: ANF Kurmancî