3 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Ciwanên Iraqê ji ber nebûna derfetên kar û bê aramiyê berê xwe didin dervey welat

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

TEMENÎ ÎMAD-BEXDA — Êş û zehmetiyên ciwanên Iraqê di bin siya nebûna derfetên kar, giranbûna jiyanê û nebûna xizmetguzariyên bingehîn de her ku diçe zêdetir dibin û çavê piraniya wan li ser koçberbûnê ye.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Nebûna derfetên kar û giranbûna jiyanê êşa ciwanên Iraqê zêde dike.
  • Welatî dibêjin nearamiya darayî ciwanan neçar dike ku welat biterikînin.
  • Nebûna kargeh û projeyên berhemhênanê pirsgirêkê hê bêtir aloz dike.

Rewşa xirab a aborî û jiyanî

Welatiyên Iraqê derbarê rewşa xirab ya aborî û jiyanî ya li welat û sedema koça ciwanan ya ber bi welatên derve, ji ajansa me Rojnewsê re axivîn. Welatiyan diyar kirin ku nebûna derfetên kar, nearamiya darayî û xirabûna xizmetguzariyên bingehîn, ciwanan neçar dike ku bifikirin ku welat biterikînin û li derve li pey paşerojeke çêtir bigerin.

‘Ji ber nebûna aramiyê ciwan berê xwe didin koçberiyê’

Welatiyê bi navê Ziyab Hemadî diyar kir ku Iraq ji ber nebûna derfetên kar û nebûna xizmetguzariyên bingehîn di rewşek nebaş deye. Hemadî destnîşan kir ku beşeke pir mezin a xortan ji ber nebûna derfetên tayînkirinê û nebûna karekî ku paşerojeke aram li nav welat ji bo wan dabîn bike, koçberiyê difikirin. Ziyab bal kişand ser wê yekê ku nebûna kargeh û projeyên berhemhênanê yên ku karibin derfetên kar ji bo ciwanan biafirînin, pirsgirêk hê bêtir aloz kiriye. Dengê ciwan û daxwazên wan nagihin aliyên peywendîdar û di bin sîya berdewamiya çaresernebûna pirsgirêkan de, êş û azarên wan her ku diçe giran dibin.

Pêşeroja Bûyeran

Welatiyê bi navê Ehmed Haşim ragihand ku rewşa zehmet ya jiyanê û nebûna pêwîstiyên jiyaneke bi rumet, heger neyê dabînkirin mirov neçar dike welat biterikîne.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse