9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Kahtaspor têk çû

Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê Dora 2’yan de Kahta 02 Spor li Kayseriyê bû mêvanê Erciye 38 Sporê. Kahta bi 2-0 têk çû û ji kûpayê xatir xwest.

Kahtaspor li Lîga Amatoran a Herêmî dilîze. Par di Kûpaya Tirkiyeyê de heta Dora 4’an çûbû, di Dora 3’yan de tîma Super Lîgê Kasimpaşa jî têk biribû. Îsal tenê karî heta Dora 2’yan were.

Maça Dora 2’yan li Karseriyê bû. Di deqîqeya 72’yan de Mehmet Tosun, deqîqeya 90+1’ê de Fatih Yigit gola Erciyesê avêt û tîma xwe bi 2-0 derxist pêş. Bi vê yekê Erciyes derbasî Dora 3’yan bû û Kahta vegeriya mala xwe.

Çavkanî: Diyarname

Leave a Comment