5 Kasım 2026, Perşembe
Nûçe

Li Tengava Hurmizê 2 keştiyên neftê şewitîn, 2 dron hatin xistin

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Artêşa Pasdarên Îranê bi daxuyaniyek ragihand, li Tengava Hurmizê dema du keştiyên nefthilgir xwestin derbas bibin, li mayînên deryayî qelibîn û agir bi keştiyan ket.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li Tengava Hurmizê du keştiyên neftê li mayînên deryayî qelibîn û şewitîn.
  • Keştiyeke kişandinê ya çûbû alîkariyê jî agir pê ket.
  • Hêzên Îranê li herêmê du dronên ji cûrê Lucas bê bandor kirin.

Agir bi keştiyên neftê ket

Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyek de ragihand, şeva borî keştiyeke neftê dema hewl da di başûrê Tengava Hurmizê re di rêyek hatî qedexekirin re derbas bibe, bi mayîneke deryayê ket û agir pê ket. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin keştiyek din jî ya neftê dema hewl dida di aliyê Rojhilatê Tengava Hurmizê re derbas bibe, agir pêket û rawestiya. Hat gotin ku piştre dema keştiyek kişandinê ji bo alîkarî û vemirandinê nêzî wê keştiyê bû, ewjî agir pêket.

Du dron hatin xistin

Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên wan li Tengava Hurmizê du dronên ji cûrê Lucas bê bandor bikin.

Pêşeroja Bûyeran

Pêşketinên li Tengava Hurmizê û herêmê ji aliyê Navenda Nûçeyan ve têne şopandin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse