NAVENDA NÛÇEYAN — Artêşa Pasdarên Îranê bi daxuyaniyek ragihand, li Tengava Hurmizê dema du keştiyên nefthilgir xwestin derbas bibin, li mayînên deryayî qelibîn û agir bi keştiyan ket.
- Li Tengava Hurmizê du keştiyên neftê li mayînên deryayî qelibîn û şewitîn.
- Keştiyeke kişandinê ya çûbû alîkariyê jî agir pê ket.
- Hêzên Îranê li herêmê du dronên ji cûrê Lucas bê bandor kirin.
Agir bi keştiyên neftê ket
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyek de ragihand, şeva borî keştiyeke neftê dema hewl da di başûrê Tengava Hurmizê re di rêyek hatî qedexekirin re derbas bibe, bi mayîneke deryayê ket û agir pê ket. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin keştiyek din jî ya neftê dema hewl dida di aliyê Rojhilatê Tengava Hurmizê re derbas bibe, agir pêket û rawestiya. Hat gotin ku piştre dema keştiyek kişandinê ji bo alîkarî û vemirandinê nêzî wê keştiyê bû, ewjî agir pêket.
Du dron hatin xistin
Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên wan li Tengava Hurmizê du dronên ji cûrê Lucas bê bandor bikin.
Pêşeroja Bûyeran
Pêşketinên li Tengava Hurmizê û herêmê ji aliyê Navenda Nûçeyan ve têne şopandin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî