6 Kasım 2026, Cuma
Nûçe

Ciwan Îbrahîm Rojava ye: 18 salên têkoşîn, rojnamevanî û fermandariyê

📰 KAPSAMLI RAPOR

QAMIŞLO — Şehîd Ciwan Îbrahîm ji rojnamevaniyê heta bi fermandariyê, ji karên amadekariya Şoreşa Rojava heta bi parastina gel bi têkoşîna xwe ya 18 salan şopek li pey xwe hişt. Dayika wî Enîne Topal Hemo got, ‘Rojava Ciwan Îbrahîm e. Ez bi têkoşîna wî serbilind im.’

📌 Serhêlên Girîng:

  • Ciwan Îbrahîm di sala 2012’an de di şerê Serêkaniyê de tevî ku ji destê xwe birîndar bû jî têkoşîna xwe berdewam kir.
  • Meşa wî ya 18 salan ji Serêkaniyê heta Lubnanê, Garê, Zapê û Şoreşa Rojava bi biryardariyê tije ye.
  • Ciwan Îbrahîm (Nosîcan Îbrahîm) 3’ê Cotmeha 1983’an li Serêkaniyê ji dayik bû.

Helwêsta efsanewî ya di şerê Serêkaniyê de

Ciwan Îbrahîm bi gotina ‘Ez zarokekî ji Serêkaniyê me. Navê dayika min Enînsa, navê bavê min Abdûrrahîm e. Tu kî ye? Tu ji ku tê?’ ji çeteyên Cebhet El Nûsra re axivî bû. Sal 2012 bû, şerê Serêkaniyê diqewimî. Ciwan li gel ku ji destê xwe birîndar bû, bêyî ku pansûmanê bike, dest ji şervanên xwe berneda. Bi gotina, ‘Eger ez vekişim wê bandor li hevrêyên min bibe, hêza min bi temamî di vî şerî de ye’ fikirî ku dikare şer bi destê xwe yê din bi rê ve bibe.

Ji rojnamevaniyê heta fermandariya Asayîşê

Meşa bi rûmet a 18 salan a Ciwan Îbrahîm a ji Serêkaniyê heta bi Lubnanê, ji Garê heta bi tunelên berxwedanê yên Zapê û Şoreşa Rojava xwedî şopên vê biryardariyê bû. Di vê meşê de carna rojnamevanekî serketî bû, carna fermandar, carna jî yek ji pêşengên gelê xwe bû. Hinek ji me ew di ragihandina damezrandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, hinek ji me ew weke Fermandarê Asayîşê, hinek ji me jî ew bi gera xwe ya li ser motorsîkletê ya li kolanên Qamişloyê nas dikir. Îro Rojava şîna vî fermandarê xwe yê efsanewî girê dide.

Nasname û agahiyên malbatî

Ciwan Îbrahîm (Nosîcan Îbrahîm) 3’ê Cotmeha 1983’an li Serêkaniyê ji dayik bû. Bi navê Lorîn û Şirîncan du xwişkên wî, bi navê Dilciwan jî birayekî wî heye. Mezinê malê bû. Dayik û bavê wî mamoste ne. Perwerdeya dibistana seretayî û dibistana navîn ji dayik û bavê xwe digire. Hîn di temenekî zû de ketiye nava têkoşînê.

Pêşeroja Bûyeran

Gelê Rojava û tevahiya Kurdistanê xwedî li bîranîn û mîrateya têkoşîna Şehîd Ciwan Îbrahîm derdikevin û soz didin ku ew ê heta dawiyê xeta berxwedanê bidomînin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse