NAVENDA NÛÇEYAN — Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li ser pênc xwepêşanderan birî; herwiha bi dehan girtiyên siyasî û bawermendên olî li Urmiye û Îlamê bi cezayên giran ên zîndanê re rû bi rû man. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, derbarê zextên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek weşand.
- Dadgehên Tehran û Meşhedê cezayê darvekirinê li ser pênc xwepêşanderên girtiyên serhildana Çileya 2026’an birîn.
- Navê xwepêşanderên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn ev in: Elîreza Rezaî, Vehîd Qehermanî, Mehdî Celalî, Metîn Şebanî û Emîr Dilşad.
- Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora xwe ya li ser zextên rejîma Îranê eşkere kir.
Cezayê Darvekirinê Li Ser Pênc Xwepêşanderan Hate Birîn
Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li ser pênc xwepêşanderan birî; herwiha bi dehan girtiyên siyasî û bawermendên olî li Urmiye û Îlamê bi cezayên giran ên zîndanê re rû bi rû man. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, derbarê zextên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku dadgehên Tehran û Meşhedê cezayê darvekirinê li ser pênc xwepêşanderên girtiyên serhildana Çileya 2026’an birîn.
Navê xwepêşanderên cezayê darvekirinê lê hatine birîne wiha ne; Elîreza Rezaî, Vehîd Qehermanî, Mehdî Celalî, Metîn Şebanî û Emîr Dilşad.
Hat destnîşankirin ku ev pênc welatî bi hinceta “hevkariya li gel welatên dijber” hatine cezakirin. Di heman dozê de, du jinên girtî ku heta niha nasnameya wan nehatiye zelalkirin, her yek bi 30 sal cezayê zîndanê hatine cezakirin.
Her wiha Mehdî Celal ku berê melayê olî bû, di dozeke din de li dadgeha taybet a melayan bi hinceta ji dîn derketin cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Girtiyên Bawermendên Olî Li Urmiyeyê Hatin Cezaşekirin
Li aliyê din, rêxistinê nasnameya herî kêm 20 girtiyên bawermendên olî yên li Zîndana Navendî ya Urmiyeyê aşkere kir ku her yek ji wan ji 6 mehan heta 10 sal û rojekê bi zîndanê hatine cezakirin.
Navê wan girtiyan jî wiha ne: Yequb Muradî, Îbrahîm Jiyanî, Areş Agahî, Esed Mihemedîyan, Awîne Qeyteranî, Çiya Nesrulahî, Resûl Yûsif, Siyamend Elîpûr, Hêmin Ehmedî, Emîn Dilnişîn, Şehriyar Xizir, Cefer, Wezîr Zersaw, Re hîm Asare, Efşîn, Areş Qulîzade, Mîhran Nîrumendî.
Pêşeroja Bûyeran
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku zext û cezayên giran ên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê rejîmê ve bê navber berdewam dikin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî