NAVENDA NÛÇEYAN — Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û banga diyalogê li PDK, YNK û hemû hêzên siyasî kir.
- Divê PDK, YNK û hemû hêzên siyasî demildest vegerin ser maseya diyalogê.
- Herêma Kurdistanê niha ber bi qonaxek hestiyar û aloz ve diçe.
- KNK’ê amadebûna xwe ji bo navbeynkariyê û aramiyê diyar kiriye.
Rewşa Aloz û Metirsiya Li Ser Destkeftiyan
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê daxuyanî da û hate gotin; “Divê PDK, YNK û hemû hêzên siyasî, demildest bi ruhê berpirsiyarî û disoziyê vegerin ser maseya diyalogeke berfireh.” Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê bi vî rengî ye: “Kurdistaniyên hêja, welatiyên birêz; Herêma Kurdistanê niha ber bi qonaxek hestiyar û aloz ve diçe. Berdewamiya nakokiyên siyasî û kûrbûna derzên di navbera saziyên rêveberiya Herêma Kurdistanê de rasterast bandor li ser aştî, parastina destkeftiyên destûrî û jiyana gelê Kurdistanê kiriye. Ev rewşa nexwestî, berjewendiyên bilind ên neteweya me dixe bin metirsiyeke xeternak û mezin.
Xebatên KNK’ê yên ji bo Îstîqrar û Navbeynkariyê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji destpêkê ve weke sîwanek Niştimanî – Neteweyî bi berdewamî xebitiye da ku diyalog û lihevkirin bibe alavê çareserkirina nakokiyên navxweyî. Baweriya me ewe ku berjewendiyên bilind ên welat û gelê me, xala herî giring a berpirsiyariya neteweyî û niştimanî ye û pêwîste li jora her berjeweydîyeke hizbî ya hemû aliyan be.
Piştî hilbijartinên dewreya şeşemîn ên Parlementoya Herêma Kurdistanê di Cotmeha 2024’an de, KNK’ê bi hemû daxuyanî û bi rêya şandeyên fermî ev daxwaz ji hemû aliyan kiriye û li ser pêwîstiya lezgîn a aktîfkirina parlementoyê û pêkanîna hikûmetek bihêz tekez kiriye. Her wiha di hevdîtin û civînan de xetereyên demdirêj ên berdewamiya rewşa siyasî ya xitimî analîz kiriye û amadebûna KNK’ê ji bo navbeynkariyê û aramiyê helwesta xwe diyar kiriye.
Pêşeroja Bûyeran
Di vê mijarê de KNK li ser helwesta xwe ya neteweyî berdewam e û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bang li hemû aliyên têkildar dike ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî