HÊŞÛ ŞIWANE-SILÊMANÎ — Qeyrana aborî û bihabûna pêdiviyên sereke gihiştiye astek wisa ku malbat xistine bin deynên mezin de û firoşkaran gotin; “Rêjeya kirînê daketiye. Welatî neçarin ji bo pêdiviyên xwe yên rojane û sereke deyn bikin.” Her wisa Lîjneya Çavdêriya Bazarê a Qaymeqamtiya Silêmaniyê jî gotin; “Me zêdetirî 100 binpêkerên bazarê ku ji ber leyîstina wan a bi bihayê kelûpelan ve ceza kirine.”
- Qeyrana aborî û bihabûna pêdiviyên sereke malbat xistine bin deynên mezin de.
- Lîjneya Çavdêriya Bazarê ya Qaymeqamtiya Silêmaniyê zêdetirî 100 binpêkerên bazarê ceza kirin.
- Daketina bihayê dînarê li beramber dolarê bandoreke mezin li ser bihayê pêdiviyên bingehîn kiriye.
Bandora Qeyrana Aborî û Bilindbûna Bihayan Li Ser Welatiyan
Qeyrana aborî ya li Herêma Kurdistanê, bilindbûna bihayê pêdiviyên bingehîn yên wekî xwarin, sotemenî û dermanan, ji bilî zêdebûna bac û lêçûnên veguhastinê, daketina bihayê dînarê li beramber dolarê û nebûna planên hikûmetê ji bo çareserkirina rewşê roj bi roj kûrtir dibe.
Axaftinên Firoşkar û Xwediyên Marketan
Hawrê Ehmed, ku li Silêmaniyê xwediyê supermarketekê ye di derbarê mijarê de ev tişt got; “Her çend me hewl da ku bihayek maqûl diyar bikin jî, lê mixabin, li gorî daxwazên welatiyan biha ne maqûle. Ji ber ku em bi her firoşkarekê cumleyê û şîrketekê re daxivin. Daketina bihayê dînarê bandorek mezin li ser bihayên birinc, şekir, rûn û çayê kiriye, ku pêdiviyên rojane yên bingehîn ên welatiyanin.
Hinek ji şîrketan tiştên bi bihayê 132,000 dînar beramberî 100 dolarê kirîne, lê bi bihayê îroyîn yê 100 dolar beramberî 152,000 dînaran dişîne marketan. Lîjneyên çavdêriyê divê hîn baştir li ser nirx û bihayê kelûpelan lêkolîn bikin. Yên ku pêşî zirarê dibînin welatî ne û piştre xwediyên marketanin.”
Pêşeroja Bûyeran
Hawrê Ehmed di dawiyê de got; “Carnan welatî bi xwe ji bihayan berpirsiy
Çavkanî: Rojnews Kurmancî