7 Kasım 2026, Cumartesi
Nûçe

Aliyên siyasî çiqas nûnertiya xelkê dikin?

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Di demekî de ku pirsgirêk û nakokiyên navbera PDK’ê û YNK’ê gihane qonaxek metirsîdar, qada siyasî ya Herêma Kurdistanê rûbirûyê pirsyarek cewherî bûye. Gelo ev her du hêz ta çiqas mafê wan yê nûnertîkirina tevayî xelkê Herêma Kurdistanê heye?

📌 Serhêlên Girîng:

  • PDK bêyî ku pirsa xwe bi aliyên din re bike pêngava avakirina parlamentoyê avêt.
  • YNK bi tundî li dijî vê pêngavê derket û xwe ji hikûmeta Herêmê vekişand.
  • Giştî dengê PDK û YNK’ê bi hev re li gorî dengderan dike ji sedî 42,16 û li gorî nifûsê tenê ji sedî 19 e.

Kûrbûna Krîza Siyasî û Helwesta Aliyan

Krîz wê demê kûrtir bû dema ku PDK’ê bêy ku pirsa xwe bi aliyên din yên siyasî bike û bigihin lihevkirinek nîştimanî, pêngava ji bo avakirina parlamentoyê avêt. Li beramber de jî YNK ku bi dehan sale hevrikê wê yê berê ye, bi tûndî li dijî vê pêngavê rabû yekser xwe ji hikûmeta Herêmê vekişand. Her wiha gefa wê yekê xwar ku ger PDK bêy şêwirîn serokê herêmê, serokwezîr diyar bike, ew jî wê bi heman rengî li Silêmaniyê wan postan diyar bike.

Amarên Dengan û Rêjeya Nûnertiyê

Li gor hilbijartina herî dawî ya Herêma Kurdistanê, PDK 812 hezar û 794 dengan wergirt, YNK 409 hezar û 548 dengan bidest xist. Giştî dengên ku her du partiyan wergirtine, dike 1 milyon 222 hezar û 342 deng. Di vê çarçoveyê de li gor amarên fermî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, 2 milyon 899 hezar û 578 dengder mafên wan yê dengdanê hebû. Di hilbijartina dawî de li Herêma Kurdistanê giştî dengê PDK û YNK’ê bihevre dike ji sedî 42, 16.

Pêşeroja Bûyeran

Dema mirov bi rêjeya runiştvanên Herêma Kurdistanê re (Ji bilî deverên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê) bîne beramberî hev, li gor amarên fermî yên serjimêriya giştî ya Iraqê ya 2024’an, hejmara runiştvanên Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar kesin. Li gorî vê giştî dengê PDK’ê û YNK’ê bihevre tenê ji sedî 19 e.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse