Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo bi çalakiyekî hat şermezarkirin.
Bi beşdariya gelek welatiyên Binarê Qendîlê, bi pêşengtiya Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê û Şaredariya Binarê Qendîlê, 28’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û li cihê çalakiyê daxuyaniyek hate dayîn.
Daxuyaniya hevpar ya Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê û Şaredariya Binarê Qendîlê ji aliyê Serwîn Celal ve hate xwendin.
Çavkanî: ANF Kurmancî