9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo bi çalakiyekî hat şermezarkirin.

Bi beşdariya gelek welatiyên Binarê Qendîlê, bi pêşengtiya Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê û Şaredariya Binarê Qendîlê, 28’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û li cihê çalakiyê daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyaniya hevpar ya Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê û Şaredariya Binarê Qendîlê ji aliyê Serwîn Celal ve hate xwendin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment