AMED — Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Sakî bal kişand ser polîtîkayên koçberiyê û dersînorkirinê yên li Ewropayê û got, welatiyên Tirkiyeyê di nava yên têne dersînorkirin de di rêza destpêkê de ne.
- Piştî ku Pakta Penaberî û Koçê ya Nû kete meriyetê li seranserê Ewropayê dersînorkirin zêde bû.
- Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî bûyerên dawî yên li Ewropayê yên li hemberî koçberan û biryarên vegerandinê yên zêde bûne nirxand.
- Welatiyên Tirkiyeyê di nava kesên ji Ewropayê têne dersînorkirin de di rêza destpêkê de cih digirin.
Zextên bi Paktê re zêde bûn
Ozgul Sakî anî ziman ku zextên li ser penaberan bi Pakta Penaberî û Koçê ya Nû re zêde bûn ku 12’ê Hezîrana 2026’an kete meriyetê û got, ‘Piştî ku di 12’ê Hezîranê de kete meriyetê, Konseya Yekîtiya Ewropayê guhertina nû ya bi navê ‘Rêziknameya Vegerandinê’ (Return Regulation) di 1’ê Cotmeha 2026’an de qebûl kir ku ji bo bilezkirina dersînoririna wan koçberên ku mafê wan ê mayinê nîne, hate amadekirin.’
Rastgiriya tund û pêla koçberiyê
Sakî diyar kir ku bi taybetî li Elmanya, Hollanda û Fransayê bi bilindbûna pêla rastgiriya tund re fikar hene ku statîstîkên koçberiyê hîn bêhtir weke amûreke siyasî bêne bikaranîn û got, ‘Bicihkirina sernavên ‘vegerandinê’, ‘ewlekariya sînor’ û ‘koça ne bi rêk û pêk’ li navenda kampanyayê hilbijartinê nîşan dide ku ev meyla rastgir û faşîzan wê dewam bike.’
Pêşeroja Bûyeran
Ozgul Sakî ragihand ku li gorî daxuyaniya Konseya Yekîtiya Ewropayê rêziknameya 1’ê Cotmehê hate qebûlkirin erka dewletan a li ser kiryarên vegerandinê berfireh kiriye, encamên vê yekê jî mehên dawî hatiye dîtin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, ‘Dema ku mirov bala xwe didin ser hejmaran; li gorî Eurostat û daneyên nûbûyî yên Yekîtiya Ewropayê, li seranserê Yekîtiya Ewropayê rêjeya serlêdana pen…’
Çavkanî: ANF Kurmancî