AMED — Şehîd Agirî ne tenê şervanek bû; ew meşaleyeke azadiyê bû ku rûmeta gelekî dabû ser milê xwe, li gel dijwariya xwezayê jî dilnizmî û biratiya xwe ji dest nedida, li ber bin çiyê dibiriqî.
- Di sala 2012’an de di nava ‘Pêngava Mezin a Şemzînanê’ de şehîd Agirî hate naskirin.
- Şehîd Agirî di nava şert û mercên giran de bi wêrekiya xwe tirs kontrol dikir û bi jîr û jêhatîbûna xwe pêkan dikir.
- Ew bi sekna xwe ya giraniya weke hişkbûna çiyê û bi dilsozî û dilrehmiya di ruhê xwe de veguherî efsaneyekê.
Pêngava Mezin a Şemzînanê û Têkoşîn
Naskirin hin caran ne rasthatina li hev a du mirovan e, mohrbûna çarenûsa wan a li hev e. Ya min jî welê bû. Sala 2012’an em di nava wê ‘Pêngava Mezin a Şemzînanê’ de bûn ku dîrok lê jinûve dihate nivîsandin. Wê salê ne tenê li ser xakê, her wiha di ruhê gel de jî hêviyeke nû şîn bû, gelek leheng gihîştin asta şehadetê. Di nava wê atmosfera dijwar de ji nava mij rûyekî xuya kir: Şehîd Agirî.
Wêrekî û Îradeya Xurt
Dema ku min cara destpêkê ew dît, min fêhm kir ku li şênberiya îradeyeke xurt rast hatime. Di nava şert û mercên giran ên Şemzînanê de, ku siya dijmin li ser me bû, wî bi wêrekiya xwe tirs kontrol dikir, bi jîr û jêhatîbûna xwe ya nepêkan pêkan dikir. Ne tenê rê nîşanî derdora xwe dida, di her tevgera xwe de, di her nêrîna xwe de û di her biryardariya xwe de weke maşeleyekê dibiriqî ku îlham dida hevrêyên xwe. Wê rojê, li binê bayê dijwar ê wan çiyayan dema ku me li hev dinihêrî, em zanîbûn ku ne tenê du mirovên li ser rêya heman armancê ne; di heman demê de hevalên çarenûsê ne ku wê temenekî mil bidin hev, êşê parve bikin û bi hev re ber bi serketinê ve bimeşin.
Pêşeroja Bûyeran
Agirî bi sekna xwe ya giraniya weke hişkbûna çiyê, kûrbûn û xurtbûna bi qasî eşqa azadiyê li pêşberî me bû. Ji wê rojê û pê ve navê wî bû nîşaneyeke baweriyê ku di her kêliyê de li kûrahiya dilê min deng veda. Bi demê re min dît ku şehîd Agirî ne tenê bi wêrekiya xwe, her wiha bi dilsozî û dilrehmiya di ruhê xwe de çawa veguheriye efsaneyekê. Ew ji
Çavkanî: ANF Kurmancî