8 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Li herêmeke xwedî neft, jin ji bo germkirina malên xwe rûbirûyî zehmetiyan dibin

🔴 FLAŞ HABER

ZÎLAN HEKÎM / ROJNEWS — Kêmbûna neftê û giranbûna sotemeniyê, jin û malbatên kêm dahat ên li Herêma Kurdistanê rûbirûyî zehmetiyên mezin ên aboriyê kiriye. Jin derbarê mijarê de dibêjin: “Hêza me ya kirîna neftê û dabînkirina pereyê elektrîkê nîne, daxwazên malbatan barê me girantir kiriye.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Werza zivistanê nêzîk dibe û nirxê bermîleke nefta spî gihîştiye nêzîkî 280 hezar dînarî.
  • Herêma Kurdistanê xwediyê çavkaniyên xwezayî û dahateke mezine, lê ji ber gendeliyê qeyran kûrtir bûne.
  • Welatî Bêxal Şefîq diyar dike ku heta niha tu neft negihîştiye destê wan û ew ê di vê zivistanê de ji ber sermayê rûbirûyî zehmetiyan bibin.

Zehmetiyên Zivistanê û Bilindbûna Nirxê Sotemeniyê

Werza zivistanê nêzîk dibe û nirxê bermîleke nefta spî gihîştiye nêzîkî 280 hezar dînarî. Bi vê re, pêxistina alavên elektrîkî jî xercek pir zêde dixwaze. Ji ber vê yekê, dabînkirina germkirina malê ji bo malbatên hejar û kêm dahat, bi taybetî jî ji bo wan jinên ku birêvebirina barê aborî yê malê li ser milê wane, hîn girantir bûye.

Bandora Gendeliyê li Ser Çavkaniyên Xwezayî

Ev rewş di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê xwediyê çavkaniyên xwezayî û dahateke mezine. Lê belê ji ber gendelî û baş bikaraneanîna çavkaniyên giştî ya ji aliyê desthilatdarên Herêmê ve, qeyran hîn kûrtir bûne û neft nehatiye parvekirin ku bigihîje destê welatiyan. Derbarê mijarê de jinên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

‘Hevjînê min karkerê rojane ye û hêza me ya kirîna neftê nîne’

Di vê çarçoveyê de, jina bi navê Bêxal Şefîq ku nişteciha bajarê Silêmaniyê ye, dixwaze dike neft ji wan re bê dabînkirin û dibêje: “Em daxwaz dikin neftê bidin me, ji ber ku heta niha tu neft negihîştiye destê me. Ev yek jî bûye sedema xemginiyê ku emê di vê zivistanê de ji ber sermayê rûbirûyî zehmetiyan bibin. Sala borî jî ji ber nebûna forma xwarinê me neft wernegirt.” Bêxal behsa giranbûna nirxê neftê û rewşa aborî dike.

Pêşeroja Bûyeran

Kêmbûna neftê, giranbûna sotemeniyê û nebûna desteka pêwîst ji aliyê desthilatdaran ve, di serdema zivistanê de barê jin û malbatên kêm dahat li Herêma Kurdistanê her ku diçe girantir dike.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse