8 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

‘Siyaseta PDK’ê dijayetiya pêşniyara birêz Ocalan’e’

🔴 FLAŞ HABER

DIHOK-ROJNEWS — Endamê KNK’ê Kameran polîtîka û kiryarên PDK’ê weke hewlek ji bo ji holê rakirina Herêma Kurdistanê binav dike û diyar kir ku ev gav dê bibe sedema kûrbûna parçebûnê û li dijî pêşniyara Birêz Ocalan e.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Siyaseta PDK’ê weke hewlek ji bo ji holê rakirina Herêma Kurdistanê tê binavkirin.
  • Parçebûna navxweyî ya Başûrê Kurdistanê zêde dibe û pozîsyona Kurdan qels dike.
  • Yekane rêya derketina ji vê rewşê pêkanîna pêşniyara Rêber Apo ye.

Helwesta KNK’ê li ser polîtîkayên PDK’ê

Endamê KNK’ê Kameran polîtîka û kiryarên PDK’ê weke hewlek ji bo ji holê rakirina Herêma Kurdistanê binav dike û got; “Ev gava PDK’ê dê bibe sedem ku parçebûna navxweyî ya Başûrê Kurdistanê zêdtir bibe, pozîsyona Kurdan li navxwe û derve qels bike. Di heman demê de li dijî pêşniyara Birêz Ocalan’e. Lewra yekane rêya derketina ji vê rewşa girêkor ya Başûr, pêkanîna pêşniyara Rêber Apo ye.”

Nakokiyên navxweyî û nirxandinên Dr. Kamûran Berwarî

Têkildarî nakokiyên di navbera YNK û PDK’ê de, her wisa civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya bi beşdariya parlamenterên gelek aliyên siyasî ku ji aliyê PDK’ê ve hate lidarxistin, li beramberî vê yekê bersiva YNK’ê ya li dijî vê gava PDK’ê ku biryara vekişandina xwe ji hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ku ev yek bû sedema parçebûn û dûrketina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi taybet her du partiyên desthilat. Her wisa girîngiya pêşniyara Rêber Apo ya ji bo avakirina yekitiya navxweyî ya avakirina “Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk”, têkildarî van mijar û sernavan Mamostayê Zanîngeha Dihokê û Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Kamûran Berwarî ji ajansa me Rojnews’ê re nirxand.

Mamostayê Zanîngeha Dihokê û Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamûran Berwarî kiryarên PDK’ê wekî parçebûnên navxweyî binav kir û got: “Piştî du salan ji hilbijartinên Başûr, welatî li benda avakirina hikûmet û parlamentoyê bûn. Lê hêzên serketî ev yek nekir. Ev gava PDK’ê li dijî da

Pêşeroja Bûyeran

Pêşketin û nîqaşên li ser avakirina hikûmet û parlamentoyê li Herêma Kurdistanê didomin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse