BERLÎN — Festîvala wêjeya kurdî ku di her du rojên 2 û 3’yê kewçêra 2010’an de li Berlînê hate lidarxistin, bi hin kêmasî û nîqaşan bal kişand ser xwe.
- Festîval di 2 û 3’yê kewçêra 2010’an de li Berlînê hate lidarxistin.
- Riya çûn û hatina nivîskarên ji Wuppertal û Munsterê çûn, zêdeyî hezar kîlometrî bû.
- Beşdarbûna gel a li festîvalê ji hejmara dezgeh û sponsoran kêmtir bû.
Destpêka Festîvalê û Dezgehên Beşdar
Festîvala wêjeya kurdî di her du rojên 2 û 3’yê kewçêra 2010’an de li Berlînê hate lidarxistin. Mala komîta amadekar ava be ku ez jî vexwendibûm vê festîvalê, da ku ez dîtinên xwe yên li ser romana kurdî bînim zimên. Ez ji Wuppertalê çûm û Hesen Îrandost ji Munsterê ku riya çûn û hatina me zêdeyî hezar kîlometrî ji Berlînê dûr bû. Berî her tiştî, di vê çalakiyê de navên mezin balê dikşînin, Festîval, wêje, Berlin û bi dehan navên dezgehên ku beşdarî di amadebûna vê “festîvalê” de kiribûn, yên mîna Enstîtuya Kurdî li Almanya, Awadanî, Navenda Kurd, Bûn, Weşanên Han û KNK Komîta Çand û Ziman. Her wisa piştgir jî hebûn, ji wan Deutsch – Mesopotamische Bildungszentrum Sozk e.V. Hînbûn, komela jinên kurd li Tarawge, Mitosfilm, komela braderani Kerkuk.
Derengmayîn û Rewşa Beşdaran
Diviya bû festîval saet dehê sibê de bihata dest pê kirin. Heta saet deh û nîv jî, ji bilî çend endamên komîteya amadekar û me her duyên ku ji hezar kîlometrî dûr hatibûn û ji nav 50 000 Kurdên ku li Berlînê dijîn, hejmara kesên ku amade bûn ji hejmara navên dezgeh û sazî û sponsorên ku navên wan bi programê re hatibûn çapkirin, kêmtir bû. Bi vî awayî, hemû programa rojê bi kêmanî saetekê dereng dest pê kir. Tenê beşdaran xwarin di dema xwe de, saet:14:00, bê derengî û bi awayekî aktîv û bi kêfxweşî, xwarin. Sedem jî ew bû, da ku xwarin sar nebe.
Nirxandin û Sedemên Tevlêbûnê
Beşdarekî festîvalê, di guhê min de, sedema vê yekê vegerand pirbûna beşdarbûna kurdên Başûr û bi taybetî yên herêma Behdînan, ji ber ku zêdeyî kesekî di komîta amadekar de ji wê herêmê dihatin. Yekî din jî sedem vegerand dema Sedam û birçîbûna wê demê ku heta niha kurdên Başûr di bin tirsa birçîbûna wê demê de mane.
Pêşeroja Bûyeran
Nirxandin û nîqaşên li ser vê festîvalê nîşan didin ku tevî hebûna gelek dezgeh û amadekariyan, di warê tevlêbûn û rêxistinkirinê de kêmasiyên girîng hebûne.
Çavkanî: Çandname