11 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

‘Dawîanîna li hebûna leşkerî ya biyanî serweriya Iraqê xurt dike’

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

NAVENDA NÛÇEYAN — Serokê Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Nînowayê ragihand ku destpêkirina vekişîna qonax bi qonax a hêzên Tirkiyeyê ya ji Zîlkanê pêngaveke girînge û dawîanîna li hebûna hêzên biyanî, serweriyê ji bo Iraqê vedigerîne.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Vekişîna hêzên Tirkiyeyê ya ji kampa Zîlkanê destpê kir.
  • Pêvajo di çarçoveya peymana navbera Serokwezîrê Iraqê û aliyê Tirk de tê meşandin.
  • Sîstema ewlehiyê ya Iraqê niha dikare Iraqê û ewlehiya xaka xwe biparêze.

Pêngaveke Dîrokî û Daxwaza Xelkê Iraqê

Serokê Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Kakeyî, derbarê vekişîna hêzên dewleta Tirk a dagirker a ji kampa Zîlkanê, daxuyanî dan. Kakeyî diyar kir ku vekişîna hêzên Tirkiyeyê, di çarçoveya pêkanîna peymana îmzakirî ya navbera Serokwezîrê Iraqê û aliyê Tirk de ye û got; ‘‘Ev gav daxwazeke giştiye û dîrokî ye ku xelkê parêzgeha Neynewayê û hemû Iraqî ev demeke dirêje li bendê bûn.

Hewldanên Serokwezîr û Qurbanîdana Hêzên Iraqî

Kakeyî pesna hewldanên serokwezîr da ji bo birêvebirina vê dosyeyê û gihîştina bi encamên girîng û wiha got: “Ji bo serweriya niştimanî, divê dawî li hebûna hêzên biyanî ya li ser xaka Iraqê were anîn.” Kakeyî bal kişand ser wê yekê ku dewleta Iraqê bi saya qurbanîdana hêzên Iraqî yên ji hemû pêkhateyan hêza xwe vegerandiye; ew hêzên ku karîbûn rûbirûyî DAIŞ’ê bibin û çeteyan ji parêzgeha Nînowayê derxînin.

Pêşeroja Bûyeran

Kakeyî di dawiyê de tekezî li ser pêwîstiya derxistina hemû hêzên biyanî ji xaka Iraqê kir û got: “Sîstema ewlehiyê ya Iraqê niha dikare Iraqê û ewlehiya xaka xwe biparêze. Ev gav ji bo dawîanîna li hebûna leşkerî ya biyanî û xurtkirina biryara serweriya Iraqê ye.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse