NAVENDA NÛÇEYAN — Serokê Herêma Kurdistanê yê demborî Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera li bajarê Antalyayê civiyan. Hate hînbûn ku di civînê de rewşa Sûriyeyê, pirsgirêka Kurd û rewşa herêmê hatiye gotûbêjkirin.
- Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera di Lûtkeya Avhewayî ya li Antalyayê de hatin gel hev.
- Di civînê de girîngiya parastina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de hate tekezkirin.
- Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Şara di demek nêzîk de serdana Bexda û Hewlêrê bike.
Hevdîtina li Antalyayê û Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê
Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî Serokê Herêma Kurdistanê yê demborî Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera ya li Antalyayê daxuyaniyek weşand. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê di Lûtkeya Avhewayî ya li Antalyaya Tirkiyeyê de bi Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di civînê de têkiliyên Sûriyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşxistin û berfirehkirina qadên hevkarî û hevrêziyê, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar bike, hatin nîqaşkirin.
Diayaloga aştiyane û mafên Kurdan li Sûriyeyê
Her wiha hate ragihandin ku herdu aliyan girîngiya diyalog û çareseriyên aştiyane û dîplomatîk ji bo çareserkirina nakokiyan tekez kirin. Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê got; “Di civînê de rewşa Kurdan li Sûriyeyê di hevdîtinê de hate nîqaşkirin û girîngiya parastina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de hate tekezkirin.”
Pêşeroja Bûyeran
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Şara di demek nêzîk de serdana Bexda û Hewlêrê bike. Ji aliyekî din ve, zext û gefên rejîma Îranê li kolan û girtîgehan berdewam dikin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî