Alîkarê Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê bandora xwe li ser pêvajoya aştiyê heye li ser ew çar welatên ku Kurd lê dijîn û got: “Ji bo serketina pêvajoya tişta dikeve ser milê me û erka me be, emê bikin.”
Alîkarê Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî li Forma MERI ya li Hewlêrê qala pirsgirêkên siyasî, hikûmranî û pêvajoya aştiyê kir.
Qubat Talebanî destnîşan kir ku nifşê nû qet rê nade ku nakokî bigihêje asta şer û got: “Ev nifş bi ramaneke nû siyasetê dike. Di karên rojane û çareserkirina pirsgirêkan ne girêdayî nakokiyên şexsî yên nifşên borî ne.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî