13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ciwanên ji bajarên Til Temir û Zirganê bi meşeke meşaleyî daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî kirin û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin.

Ciwanên ji Til Temir û Zirganî bi daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî, parastina mafê gelê Kurd  û şermezarkirina Komploya Navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke meşaleyî organîze kir.

Meş ji Çerxerêya Kehrebê ya Til Temirê dest pê kir, li tevahî kolanên sereke geriya û heta bi rêya gişt ya Til Temir-Serêkaniyê çû. Li wir meş veguherî mîtîngê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse