Li navçeya Gimgim a Mûşê, nobeda li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) di roja 164’an de bi DBP’iyan dewam dike.
Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê, nobeda li dijî projeya JES’ê dewam dike ku proje ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Enerjî Hilberîn A.Ş. a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ve tê plankirin. Nobeda ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hate destpêkirin di roja 164’an de ye. Li qada nobedê pankarta bi nivîsa “Gelê Gimgimê santrala enerjiyê ya jeotermal naxwaze. Dest nede ava min û xaka min” hate daliqandin.
Rêxistina Navçeya Gimgimê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) çalakiya nobedê dewr girt. Hevserokê Gimgimê yê DBP’ê Azîz Oral bal kişand ser girîngiya biryara Dadgeha Îdareyê ya Bîngolê ku biryar da di 2’ê Mijarê de li qada projeyê keşif bê kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî