14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

‘Destwerdana siyasî di karûbarên Banka Navendî ya Iraqê de tê kirin’

Di panela ‘Rola Banka Navendî ya Iraqê di rêkûpêkirina nirxê pere de û bandorê wê yên darayî di ronahiya geşedanên aborî de’ pisporên aboriyê ragihandin ku li gorî destûr û qanûnê, divê Banka Navendî di warê îdarî û darayî de serbixwe be, lê bêyî ku serî li prensîbên zanistî bidin, destwerdana siyasî tê de tê kirin.

Li Peymangeha Teknîkî ya Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê, panelek bi navê ‘Rola Banka Navendî ya Iraqê di birêkûpêkkirina nirxê pere de û bandorên wê yên darayî di ronahiya geşedanên aborî de’ hat lidarxistin.

Mamostayê li Koleja Rêveberî û Aborî ya Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Yûnis Elî, di panelê de gotarek pêşkêş kir û got: “Li gorî destûr û qanûnê divê Banka Navendî di warê îdarî û darayî de serbixwe be û karên xwe bi şêwirmendiyê bi rê ve bibe. Lê di rastiyê de destwerdana hizbî, kesî û hikûmî bêyî ku serî li prensîbên aborî bidin, ligel daxwaza navdewletî û nebûna hemahengiyê di navbera siyaseta darayî û ya pere de, Banka Navendî lewaz kirine.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse