15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Bi nivîskar Mehmet Öncü re hevpeyvin

-Merheba Kek Mehmet, em dikarin cenabê te nas bikin, gelo Mehmet Öncü kî ye?

Navê min Hemo, paşnavê min Oncu ye, belê ji ber ku bavê min nekariye navê min bi şêwaza Hemo li kutîgê fermî binivîse, gotiye bila Mihemed be, lê belê di wan deman de navê Mihemed jî nedihat qebûl kirin, lewma bi şêwaza Tirkîkirina wî Mehmet hatiye nivisîn. Bêguman nav, parçeyek ji nasnameya meriv ya grînge, herwiha min jî ew nav di domaniya demê de bi şeklekî pejirandiye û bikaraniye. Ez di 8ê Berfenbara sala 1961an de li şarî Semsûr jidayîk bûm. Min dibistana seretayî, navîn û lîse li heman şarî xwend. Weke mehmûr min di sala 1983yan de wezareta perwerdeyê de dest bi kar kir. Min di sala 1992yan de li Zankoya Anadoliyê beşa Kargeriyê qedand, ez di sala 1994an de derbasî wezareta çandê bûm, 34 salan xebitiyam û di sala 2016an de malnîşîn bûm, niha li malê bi karê nivîsandinê re mijûl im, zewicî, bavê du keç û kurekî me.

–Gelo tu dikarî ji me re behsa destpêka rêwîtiya xwe ya nivîskariyê bikî? Kîjan hest û bûyerên taybet te ber bi nivîskariyê anî?

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse