Koma Hunerî Barîn di festîvala navneteweyî ya li Novgorodê de hêjayî Xelata Lauretê ya navneteweyî hate dîtin.
Festîvala Çandên Neteweyî û Folklorê ya Navneteweyî ya li bajarê Novgorodê ya Rûsyayê îsal cara heftemîn bi dirûşma “Hemû gel tên cem hev” hate lidarxistin.
Ji bajarên cuda yên Rûsyayê û Komara Belarûsê 22 komên çand û hunerê beşdarî festîvalê bûn. Her komekê çand û kevneşopiyên xwe pêşkêş kir. Koma Barîn jî bi pêşkêşkirina govenda Kurdî, çanda gelê Kurd nîşan da.
Çavkanî: ANF Kurmancî