Diyarname
Siyasetmedar Lahur Şêx Cengî ku ji par ve girtî ye, îro dadgehê ceza da wî. Dadgeha li bajarê Silêmaniyeyê 5 sal û 3 meh cezayê hepsê li Cengî birî.
Dadgehê got ku Cengî komek çekdar ava kiriye ku “ewlehî û îstîkrarê xira dike”. Cengî ev îdîa red kir, lê dadgehê dîsa ceza lê birî.
Di 22’yê gelawêja 2025’an de hêzên girêdayî YNK’ê bi ser otela (Otela Lalezar) ku Lahur Şêx Cengî têde girtibû. Di navbera hêzên girêdayî YNK’ê û hêzên parêzvan ên Cengî de pevçûn derketibû, hinan canê xwe ji dest dabû.
Di encamê de Lahur Şêx Cengî û birê wî hatibûn girtin.
Çavkanî: Diyarname