16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) “êrîşên provokatîf” ên li hemberî wêneyên jinên şehîd şermezar kir.

TJK-E’yê di daxuyaniya xwe de got, “Li Hesekê êrîşa li hemberî wêneyên şehîdên YPJ’ê û pêşengên şoreşa jinê, nîşaneya zihniyeta DAÎŞ’ê ye. Ev êrîşa nemerd bi rengekî zelal nîşan dide ku dijminatiya jinê û faşîzm du rûyên heman madalyayê ne.”

“Di rojên dawî de li Giwêran a li başûrê Hesekê êrîşên li hemberî saziyên Kurd û sembolên wê, zêde dibin û dewam dikin. Ev hewldanên provokatîf in ku bi rengekî plankirî tên amadekirin. Bi vê plana qirêj re tê xwestin ku hem şerê Kurd-Ereb were provokekirin, hem jî pêşiya êrîşên li hemberî Kurdan were vekirin. Di encamê de jî tê xwestin ku jiyana hevpar a li ser esasê demokrasî û wekheviya gelan were tunekirin û car din sîstemeke yekperest were avakirin.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse