16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

Komîteya Desteya Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê bang kir ku xebatên Jineolojiyê bibin malê civakê, werin sazîkirin û peywendiyên bi jinên Kurdistanî re werin xurtkirin. Komîteyê, destnîşan kir ku divê armanca herî pêşî rawestandina qirkirina civakî be.

Komîteya Desteya Akademiya Jineolojiyê ya PAJK’ê di peyama ji bo Konferansa Jineolojiyê ya Ewropa şandî de tecrûbeya 11 salan a xebatên Jineolojiyê nirxand û bal kişand ser wezîfe û berpirsyariyên dema nû.

Komîteyê diyar kir ku Jineolojî xwe dispêre tecrûbeya têkoşîna dîrokî ya tevgera azadiyê ya jinan û destnîşan kir ku xebat divê li ser esasê avakirina civaka demokratîk û azadiya jinê bên pêşxistin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse