Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyî ji 10 welatan li Hollandayê destpê kir. Ji Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya got, “Em dixwazin aliyên xwe yên kêm diyar bikin û perspektîfa dema nû ava bikin, kêmasiyan ji holê rakin.
Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir ku wê sê rojan karên Jineolojiyê yên 18 salan ên li Ewropayê bêne nirxandin, rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û modela wê ya rêxistinbûnê ya dema nû bê nîqaşkirin.
Konferans bi dirûşma “Bij Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana komînal û azad” li bajarê Haleen ê Hollandayê pêk tê. Ji Swîsre, Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Îngilistan, Îrlanda, Spanya û Îtalyayê zêdeyî 100 delege beşdarî konferansê bûn. Delege ji komîteyên Jineolojiyê, nûnerên komîn û meclîsên jinan, dayikên şehîdan, ciwan, çand-huner, çapemenî, bawerî û akademîsyenan pêk tên.
Çavkanî: ANF Kurmancî