Diyarname
Li Stenbolê van rojan baraneke gur barî, lehî rabû, gelek cih dan ber xwe, ziyan çêbû, 3 kes mirin. Heta vir hemû tiştên neyînî bûn. Tenê tiştek erênî, baranê kir ku bendavên li Stenbolê tije bibin. Vê baranê nêzî 10 pûan li bendavan zêde kir.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, encama nû ya bendavan bi vî rengî çêbû
– Istrancalar: Sedî 78,33
– Terkos: Sedî 36,04
– Sazlidere: sedî 30,29
– Alibey: sedî 73,47
– Buyukçekmece: sedî 29,85
– Omerli: Sedî 66,17
– Darlik: Sedî 75,02
– Elmali: sedî 92,12
– Pabuçdere: sedî 3,56
– Kazandere: sedî 8,18
Li gor ÎSKÎ (Karê Kanalîzasyon û Avê ya Stenbolê), li gor roja 16’ê kewçêrê asta tijebûna bendavan sal bi sal bi vî rengî çêbûye:
– 2016, sedî 41,62
-2017, sedî 52,95
– 2018, sedî 53,81
– 2019, sedî 45,57
– 2020, sedî 32,96
– 2021, sedî 47,53
– 2022, sedî 44,45
– 2023, sedî 21,49
– 2024, sedî 34,53
– 2025, sedî 24,75
– 2026, sedî 48,02
Çavkanî: Diyarname