16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Parîsê di çalakiyên lîseyan de piranî zarok bi giştî hezar û 260 kes hatin

Gerînendeya Emniyeta Parîsê, ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên lîseyan ve hezar û 260 kes hatine binçavkirin. Hat diyar kirin ku ji sedî 86’ê van kesan zarok in.

Gerînendeya Emniyeta Parîsê, da xuyakirin ku di dema xwepêşandanan de 286 polîs û cendirme û 13 karmendên Wezareta Perwerdeyê birîndar bûne. Hat ragihandin ku tenê roja Sêşemê 71 karmendên ewlehiyê birîndar bûne.

Xwepêşandan li bajarên wekî Bordeaux, Lille û Aubervilliersê jî berdewam kirin. Karmendên Lîseya Paul-Éluard a li Saint-Denisê, bertek nîşanî polîsan dan ku ji bo binçavkirina xwendekarekî ketibûn nav dibistanê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse