Wezareta Karên Hundir diyar kir ku ew li bendê ne di çalakiyên ku wê li dijî buhabûna jiyanê werin lidarxistin de zêdetirî 250 xwepêşandan û nêzîkî 80 meş werin lidarxistin.
Xwendekarên lîseyê yên ku ev mehek e li Fransayê xwepêşandanên xwe didomînin, wê di xwepêşandanên wê li dijî buhabûna jiyanê 17’ê Cotmehê werin lidarxistin de Êlek Zer, cotkar û beşên din ên civakî werin ba hev.
Wezîrê Karên Hundirîn Laurent Nunez roja Înê daxuyaniyek da û da zanîn ku tê payîn ku roja Şemiyê li seranserê welêt nêzîkî 250 xwepêşandan û 80 meş werin lidarxistin. Laurent Nunez diyar kir ku dibe beşdarbûn gelekî zêde be.
Çavkanî: ANF Kurmancî