Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuat Huseyîn ragihand ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn û tengasiya çûnûhatina li Kendava Hurmuzê, welatê wî 60 milyar dolar zirar kiriye.
Iraq bi encamên aborî yê şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê re rû bi rû ye. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuat Huseyîn roja pêncşemê li Romayê bi hempîşeyê xwe yê Îtalî re hevdîtin kir û got, maliyeta şer a li welatê wî gihiştiye 60 milyar dolarê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Huseyîn diyar kir ku sedemê esas ê vê zirarê dorpêça li Kendava Hurmuz û ketina di îxracata petrolê de ye.
Çavkanî: ANF Kurmancî