16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Bayindir di civîna gel de axivî: ‘Êdî em ji bo çareseriyê hêzek in’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna gel a li Tetwanê de bang kir ku ji bo çareseriya meseleya Kurd gavên qanûnî bên avêtin û got, “Êdî em ji bo çareseriyê hêzek in.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” li navçeya Tetwan a Bedlîsê bi rêxistinên civaka sivîl û welatiyan re civiya. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî tevlî civînê bû.

Bayindir di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse