17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Encamnameya Konferansa Kurd a li Parlemena Ewropayê: 20 xal

Konferansa Kurd ku ji aliyê EUTCC ve hate lidarxistin, bi dawî bû. Wekî encamname  20 xal eşkere kirin. Yek ji xala sereke gotin “Divê kurd wekî hemwelatiyên wekhev bêne qebûlkirin. Divê ziman, nasname û çanda kurd bi temamî bêne naskirin û parastin.”
 
Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) bi hevkariya Koma Çep, Tifaqa Kesk/Ewropa ya Azad (GREENS/EFA) û Tifaqa Pêvşerû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) cara 20’emîn li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê di rojên 14 û 15’ê mehê de lidar xist.
Konferans bi sernavê “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” hat li dar xistin û encamnameya wê hat eşkere kirin. 20 xal wekî daxwazên beşdarên konferansê di encamnameyê de hatin pêşkêş kirin.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse