16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

KON-MED’ê bertek nîşanî gotinên Parlamenterê CDU’yê Tîjen Ataoglu yên derbarê girtina Rêber Apo da û got, “Mafê hêviyê ne tawîzekî siyasî, mafekî mirovî ye. Ji bo Abdullah Ocalan jî derbasdar e.”

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Ewropayê (KON-MED) bi tundî rexne li Parlamenterê Meclîsa Federal a Yekîtiya Demokratîk a Hrîstiyan (CDU) Tijen Ataoglu yên derbarê girtîbûna Rêber Apo kir û ji Koma Meclîsê CDU/CSU û hikûmeta Elman xwest ku helwesta xwe ya derbarê mijarê de rabigihînin.

Tijen Ataoglu 15’ê Cotmehê di rûnîştinekî li ser têkiliyên Elmanya-Tirkiye ya li Meclîsa Federal de wiha gotibû, “Cihê Abdullah Ocalan girtîgeh e û ev rast e.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse