16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê operasyonek da destpêkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrîşa li dijî wesayîteke leşkerî yê li Taxa Neşwaî ya Hesekê, operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê da destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Hesekê ragihandine, Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro operasyoneke paqijkirin û lêgerînê li taxa Neşwaiyê pêk anî.

Çavkanî got, operasyon piştî ku kesekî êrişî wesayîteke leşkerî kir û reviya, pêk hat.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse