Fermandariya YRK’ê têkildarî êrîşên hêzên Îranê yên li dijî qadên wan, daxuyanî da û got, “Hêzên me hişyariya pêwîst daye. Eger êrîş dewam bikin, em ê bersiva pêwîst bidin.”
“Di van demên dawî de li ser hêzên me carek din ji aliyê rêjîma Îranê ve êrîş têne kirin. Ji bo ku raya giştî jî bizanibe her êrîşeke tê kirin, em parve dikin. Me berê jî diyar kiribû, niha careke din em tînin ziman ku li hemberî her êrîşeke li ser gel û hêzên me, em ê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin.
Rejîma Îranê li herêma Şaho ji 13’ê Cotmehê û vir ve hêzeke supayê pasdaran tevî çekên giran û dronên bombebarkî yên kamîkaze bi cih kiriye. Di dîroka 13’ê Cotmehê de dijmin bi dronên kamîkaze û çekên giran herêma deşta Qilbê bombabaran û topbaran dikin. Her wiha 15’ê Cotmehê di seatên serê sibê de despêkê bi çar dronên kamîkaze û piştre heta saetên nîvro herêma Kela Terzan ji aliyê hêzên supayê pasdaran ve tê bombebarankirin. Di herêmê de gelek leşker hatine bicihkirin û xuya dibe ku di tevger û êrîşên xwe yên li ser hêzên me de li wê herêmê bi israr in.
Çavkanî: ANF Kurmancî