17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

Di sedsala 17’an de, di nav kolanên aram û çiyayên bilind ên Başûrê Kurdistanê de, jinek hate dinê ku piştre kevneşopiya sedsalan a civaka mêrsalarî derbas kir; ew jinek bû ku karibû navê xwe wekî yekem jina haxam (kesên alim û oldar ên di baweriya yahudiyan de) û yekem seroka mala fêrbûna olî di dîroka cîhanê de binivîsîne; Asênat Barzanî, zanyar, helbestvan û alimekî Kurd bû ku bi bandor û zanista xwe ya kûr, ronahî daye navendên rewşenbîrî yên Amêdî û Mûsilê.

Çîroka Esênat Barzanî di sala 1590’î de destpê dike. Esênat di nav malbateke navdar a zanistperest de ji dayîk bûye. Bavê wê, Şemoêl Barzanî, zanyar û alimekî Kurdistanî yê dilovan û damezrînerê gelek dibistanên olî yên li Barzan, Ekre, Amêdî û Mûsilê bû. Ji ber ku Şemoêl bê zarokên kur bû, wî hemû hezkirin û bala xwe dabû keça xwe Esênatê û danî gel xwe deriyê cîhanê û kûrbûna Tewratê û hemû ilmê Yahudiyan danî pêşiyê û fêr kir.

Zewaca Asênatê nebû asteng pêşiya pêşketina wê. Bavê wê dema ku vê têgihiştina Asênatiyê ya bi pismamê wê Yaqub Mizrahî re qebûl kir, şertekî dîrokî û tund danî pêşiya Yaqûb ku keça wê Asênatiyê nexe nav karên malê da ku karibe tevahiya temenê xwe bide xwendina zanistê.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse