Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo Huseyîn Aydemîr, Fehmî Tosûn, Yilmaz Gumuş, Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak edalet xwestin.
AMED: Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 923’yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHD’ê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn ên ku di 19’ê cotmeha 1995’an de li Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hatibûn binçavkirin û piştre tu agahî ji wan nehatibû wergirtin pirsîn.
Di destpêka daxuyaniyê de Sekreterê ÎHDê yê Şaxa Amedê Firat Akdenîz Hatûn Aslan a duh jiyana xwe ji dest daye bi bîr anî û wiha got: “Bi salan e em dostên xwe yên windabûyî bi bîr tînin û em êdî naxwazin di nav vê nediyariyê de bijîn. Temenê me di van qadan de bi lêgerîna windayên me derbas dibe. Li dijî bê qanûniya ku dewletê li me kirine, me di her mercî de ev yek anî ziman. Çend sal derbas bibin jî, em ê her dem aqûbeta windayên xwe bipirsin, mafê me heye ku em vê zanibin û heta ku em aqûbeta wan bizanin em ê di vê qadê de bin.”
Çavkanî: ANF Kurmancî