Guzan taybetîya xwe li ba xelkê hene, ji berku jibilî tama wan ya xweş guzan gelek mifayên saxlemîyê jî ji bo leşê mirovî hene, hindek caran ev kaklên guzan ji bo çêkirina tehînê û dohnî dihatin bikaranîn, dîsan wek derman ji bo çareserîya hindek nexweşîyan jî guzan mifayê xwe heye.
Li gorî lêkolînên zanistî guzan gelek mifa hene ji berku bi gelek vîtamîn û keresteyên mifadar ya dewlemende wekî ( Dohnê omêga sê, omêga şeş, keresteyên kalsîyûm, asin, çînko, fosfor, vîtamîn A, B1, B2, B6 û vîtamîn C..)têda hene, ev vîtamîn û dohn û kereste di kakilên guzan da hene û sereray mifayê wan tameka xweş heye, tiştê balkêş û ecêb ewe qalikên guzan jî mifa û taybetîyên xwe hene û gelek caran wekî dermanên xwezayî tên bikaranîn, lê jberku tama wan ya nexweşe û nayên xwarin lewra ev tîvil û qalikên guzan dihatin avêtin û nebûne cihê gringî pêdana mirovan.
* Li demê zivistanê û sermayê qalikên guzan ji bo nexweşîyên sermayê yên wekî persîv û kuxikê taybet pir bi mifaye, ew jî eger qalikên guzan bêne şûştin û kelandin û paşê ava wan bê vexwarin, dê mifayekî taybet ji bo van nexweşîyan hebe.
Çavkanî: Çandname